‘Nayê zanîn Sîrovan Şaûle li ku tê girtin’

Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku Sîrovan Şaûle ya li bajarê Mahabadê dijî, di serdegirtina mala xwe de hatiye binçavkirin. Nayê zanîn ka Sîrovan Şaûle li ku tê girtin.

‘Nayê zanîn Sîrovan Şaûle li ku tê girtin’
30 cotmeh, 2025   11:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê daxuyaniyek da û ragihand ku Sîrovan Şaûle ya li bajarê Mahabadê dijî ji aliyên hêzên ewlehiyê ve, di encama serdegirtina mala xwe de hatiye binçavkirin û nayê zanîn li ku tê girtin.

Li gorî daxuyaniyê, hêzên girêdayî wezareta îstîxbaratê, bi ser mala malbata Sîrovan Şaûle de girtine û tu biryareke dadgehê pêşkêş nekirine. 

Di  daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku hevjînê Sîrovan Şaûle, Celal Sedefî di 15’ê Kanûna 2024’an de ji aliyê hêzên wezareta îstîxbaratê ve hatiye girtin û hê li girtîgeha Mahabadê bi awayekî nediyar tê girtin.

Sîrovan Şaûle, di meha Sibata 2025’an de li ser banga ji bo Midûriyeta Îstîxbarata Mahabadê çend saetan hatiye lêpirsinkirin û gefa girtinê la hatiye xwarin.

Der barê hinceta binçavkirin û sûcên li Sîrovan Şaûle tên barkirin de tu agahî nehatine parvekirin.