Navnîşaneke têkoşîna li dijî tundiyê: Rêxistina Sara

Li hemberî tundiya li ser jinan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan bi awayekî çalak tê dikoşe. Di nava 10 mehan de 388 bûyer û sûcên li dijî jinan şopandine.

Navnîşaneke têkoşîna li dijî tundiyê: Rêxistina Sara
22 mijdar, 2024   05:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi Şoreşa 19`ê Tîrmehê re li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jinan ji bo parastina maf û têkoşîna dijî tundiyê gelek sazî, dezgeh û rêxistin ava kirine. Yek ji wan rêxistinên civakî Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan e ku di 1`ê Tîrmeha 2013`an de ji aliyê komeke mamosteyên jin ve li Qamişloyê hate avakirin. 

Rêxistina Sara bi armanca parastina mafên jinan di aliyê aborî, siyasî, civakî, qanûnî, hwd û bi taybetî têkoşîna li dijî cureyên tundiya li ser jin û zarokan de, xebatan dimeşîne. Rêxistina Sara di çareserkirina pirsgirêkan de Qanûna Malbatê esas digre. Li hember tundî, tecawiz, pirjinî û zewaca di temên biçûk de bi awayekî çalak dixebite.

KOMÎTEYÊN RÊXISTINA SARA

Rêxistina Sara bi rêya 5 komîteyan; adalet, têkilî, ragihandin û arşîv, malî û şopandina kar û tundiyê, xwe, bi rêxistin kiriye.

Komîteya Adaletê; hewl dide pirsgirêkan di çarçoveya qanûna malbatê de çareser bike û yên nayên çareserkirin ji dozgeriyê re dişîne. Ji vê komîteyê nûnerek di Meclisa Adaleta Jinan de cih digre û mafên jinan di dadgehê de diparêzê.

Komîteya Têkiliyan; di navbera deste û rêxistinên girêdayî jinan ên li derve û hundirê herêmê de koordîndeyê ava dike.

Komîteya Ragihandin û Arîşvê; kar û xebatên rêxistinê arşîv dike û radigihîne.

Komîteya Aborî; di aliyê madî de piştgiriya jinan dike û projeyên aborî pêş dixe.

Komîteya Şopandina Kar û Tundiyê; rewşa jinan di aliyê civakî de dinirxîne û piştgiriya derûnî jê re pêşkêş dike. 

NAVENDÊN RÊXISTINA SARA

Navendên Rêxistina Sara li kantona Efrîn û Şehbayê, Sirîn, Kobanê, Qamişlo, Hesekê û Helebê hene. Li kampên Waşûkanî, Roj û Serêkaniyê jî nivîsgehên wê hene. Li van navendan 119 jin dixebitin. Jinên ku rastî tundiyê hatibûn û xwe spartibûn Rêxistina Sara, niha ji bo parastina wan xebat tên kirin.

Li gorî agahiyên ku rêveberên Rêxistina Sara da ne ajansa me, hewildan hene ku navendên xwe li Reqa, Tebqa, Minbic û Dêrazorê vekin.

 Rêxistina Sara di navbera 1`ê Çileya 2024`an heta 31`ê Cotmeha 2024`an bûyerên tundiyê û sûcên li dijî jinan tên kirin yên hatine navendên wan ji ajansa me re parvekirin.

DI NAV 10 MEHAN DE 388 PIRSGIRÊK

10 qetilkirin, 90 tundî, 2 gefên qetilkirinê, 43 hewldanên xwekuştinê, 12 xwekuştin, 2 tecawiz, 4 şewitandin, 4 tundiya elektronîk, 52 pirjinî, 37 zewaca zarok, 50 revandin, 3 fihûş, 6 tacîz, 73 tundiya derûnî, bûyer û sûcên dijî jinan pêk hatine şopandin.

‘HEDEF XWEGIHANDINA HEMÛ JINAN E’

Têkildarî kar û xebatên rêxistinê endama rêveber a Rêxistina Sara Arzû Temo, ji ajansa me re axivî.

Arzû Temo anî ziman ku rêxistina wan ji bo xurtkirina têkoşîna jinan û parastinê bi her awayî dixebitê û got: “Rêxistina Sara bi armanca parastina mafên jinan, pişgtriya madî û manewî û li dijî her cûre tundî dixebite. Ji bo guhertina hişmendiya paşverû jî têdikoşê. Der barê sûcan û rêxisitinkirina civakê de gelek çalakiyên me çê dibin. Bi taybetî di 25`ê Mijdarê û 8 Aadarê de kampanyayên me zêdetirîn dibin. Wekî aliyekî parastina jinan nûnerên me di dadgehan de jî amade dibin. Li gorî Hevpeymana Civakî û biryara Meclisa Qanûnsaz a hejmar 11ˈan, Rêxistina Sara û rêxistinên din ên mîna wê heye ku di sûcên li dijî jinan de, wek aliyeke bingehîn a dozê dikarin di dadê de cih bigirin."

Arzû Temo diyar kir ku hedefa wan e ku xwe bigîhînin hemû jinên li herêmê.

Sibe: Pergala edaletê ya jinan a şoreşê

(şx/bb)

ANHA