Navendên tenduristiyê yên li Xezayê ji xizmetê derketin

Heyva Sor a Filistînê ragihand ku nuqteyên wê yên tenduristiyê yên li Xezayê ji xizmetê derketine.

Navendên tenduristiyê yên li Xezayê ji xizmetê derketin
9 tîrmeh 2024   13:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Heyva Sor a Filistînê bi daxuyaniyekê ragihand ku tevahî nuqteyên wê yên tenduristiyê yên li Xezayê ji xizmetê derketine.

Di daxuyaniya Heyva Sor a Filistînê de hate gotin, ji ber hişyariyên Îsraîlê yên ji bo valakirina herêmê, tevahî nuqteyên tenduristiyê û klînîkên rewşên awarte yên li Xezayê ji xizmetê derketine.

Artêşa Îsraîlê roja şemiyê ji bo operasyoneke leşkerî bang li filistiniyên li rojhilatê Xezayê kiribû ku herêmê vala bikin û ber bi herêmên rojava ve biçin. Li ser vê yekê bi hezaran filistîniyan malên xwe vala kirin. Artêşa Îsraîlê operasyoneke bejahî li herêmê rojava pêk anî û filistînî neçar kirin ku biçin deverên din.

Artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyeke din bang li niştecihên li herêmên rojava û hin herêmên başûrê Xezayê jî kiribû ku bi lez biçin herêma Mewasî ya li rojavayê bajarê Dêr Belehê yan naverasta Xezayê.

(bb)