Nasnameya şehîdê êrişa duh a li Dêrazorê aşkera bû

Hate aşkerakirin ku endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ê ku  duh di êrişa li Dêrazorê de şehîd bûye, Îsmaîl El Etallah e.

Nasnameya şehîdê êrişa duh a li Dêrazorê aşkera bû
13 îlon, 2025   12:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  bi daxuyaniyekê nasnameya endamê xwe yê ku duh (12 Îlon) di êrişa li bajarokê Dirinc ê Dêrazorê şehîd bibû, aşkera kir

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Endamekî hêzên me yên kantona Dêrazorê duh (În 12 Îlon) dema wezîfe û erka xwe ya parastina ewlehiyê bi cih dianî, di êrişeke terorî ya nemerdane ya li dijî benda kontrolê ya hêzên me de gihişt asta şehadetê."

Li gorî daxuaniyê, agahiyên der barê nasnameya şehîd de wiha ne:

Nav û paşnav: Îsmaîl El Etallah

Navê dayikê: Fida

Navê bav: Ewad

Cih û dîroka jidayikbûnê: Bisêra 1987’an

Cih û dîroka tevlêbûnê: Bisêra 17’ê Nîsana 2019’an

Cih û dîroka şehadetê: Dirinc 12’ê Îlona 2025’an.

Di dawiya daxuyaniyê de sersaxî ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn û malbata şehîd Îsmaîl El Etallah re hat xwest û heya mîsogerkirina ewlehiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê soza domandina rêya şehîdan hate dayîn.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn duh bi daxuyaniyekê ragihandibû ku çekdarên neneas êriş birin ser bendeke kontrolê ya hêzên wan a li bajarokê  Dirinc ê gundewarê Dêrazorê. Li gorî daxuyaniyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn bersiva êrişê dane û di encamê de pevçûn derket. Di dauxyaniyê de hate diyarkirin ku di encama êrişê de endamekî wan şehîd bûye û du jî birîndar bûne.

 (bb)