Nameya Navenda Olf Palme ji bo Kongreya Rêya Sûriyeya Demokratîk

Navenda Olf Palme a Swêdê destnîşan kir ku komkirina hêzên sûriyeyî di Kongreya Rêya Sûriyeya Demokratîk de, karekî mezin e. Navendê diyar kir ku kongre ji bo bidestxistina jiyaneke birûmet ji sûriyeyiyan re, gaveke girîng e.

Nameya Navenda Olf Palme ji bo Kongreya Rêya Sûriyeya Demokratîk
25 cotmeh, 2024   16:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Kongreya Rêya Sûriyaya Demokratîk a li paytexta Belçîkayê Brukselê tê lidarxistin, didome. Piştî axaftina komîteya amadekar, peyama Navenda Olaf Palme hate xwendin.

Seroka berê yê navendê û wezîra karên derve ya berê Margot Wallström peyam şand.

Di peyamê de Margot Wallström wiha got: "Ji bo bidestxitsina jiyaneke birûmet û ewle ji sûriyeyiyan re, lidarxistina vê kongreyê gaveke têkoşîner e."

Margot Wallström destnîşan kir ku lidarxistina kongreyê ne hêsan bû û wiha domand: "Komkirina van aliyan di bin banekê de, karekî bêhempa ye û destkeftiyeke mezin e."

Di dawiyê de Margot Wallström got: "Ez û navend dê bi sûriyeyiyan re bin. Serokê nû yê navendê, bi heman rêbazê dê alîkariya we bike."

Her wiha rêveberekî navendê axivî û bal kişand ser rola navendê di pêşkêşkirina alîkariyê ji sûriyeyan re ji bo ku aloziya xwe çareser bikin û got: "Şerê navxweyî ê li Sûriyeyê, gelekî êş bi xwe re anîn. Rûdanên li wî welatî bi yên li Rojhilata Navîn re girêdayî ne."

Her wiha diyar kir ku ne tenê li Sûriyeyê lê li Ukraynayê jî, qanûnên navneteweyî nayên pêkanîn û da zanîn ku navend rêzê ji qanûnên navneteweyî û mafên mirovan re li her derê digire û çareseriya aloziya Sûriyeyê di birêvebirina rêbazên demokratîk û dayîna mafên kêmneteweyan de nixumandî ye.

Di heman demê de spasiya kongreyê kir ku navend vexwendiye wê û diyar kir ku biryarên navneteweyî rênîşana çareseriya aloziyê ye û careke din destnîşan kir ku navend piştgiriya çareseriya aştiyan li Sûriyeyê dike.

Kongre hîna berdewam e.

(şx)