MSD’ê têkildarî xwepêşandanên li peravê daxuyanî da

MSD’ê kiryarên li dijî xwepêşandanên li herêmên peravê û hundirê Sûriyeyê şermezar kirin û banga parastina welatiyan û rêzgirtina ji mafên wan re kir.

MSD’ê têkildarî xwepêşandanên li peravê daxuyanî da
26 mijdar, 2025   15:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi daxuyaniyekê metirsiya xwe li hemberî kiryarên li dijî xwepêşandanên sivîl ên li herêmên peravê û hundirê Sûriyeyê yên ji bo pêkanîna edaletê û rawestandina binpêkirinan, nîşan da.

MSD'ê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku xwepêşandana aştiyane mafê rewa yê tevahî gelê Sûriyeyê ye. MSD’ê diyar kir ku li gorî biryara Meclisa Ewlehiyê ya 6'ê Mijdara 2025'an divê pêvajoya veguhêz a demkî bi beşdariya hemû pêkhateyan bi pêş bikeve û ji bo parastina welatiyan û mafên wan ên rewa û sereke, saziyên dewletê berpirs in.

MSD’ê banga rêzigrtina ji mafê xwepêşandana aştiyane re, parastina tevahî gelê Sûriyeyê, destpêkirina diyalogeke nîştimanî ya li gorî berjewendiyên Sûriyeyê û redkirina hemû cureyên provakasyonan kir.

Di dawiya daxuyaniyê de piştgirî ji bo şêniyên ku bi rêbazên aştiyane daxwaza mafên xwe dikin, hat nîşandan.

(mh)