MSDʹê li Berlînê panela diyaloga navxweyî ya Sûriyeyî li dar xist

MSD'ê û PYD'ê bi navê "Geşedanên siyasî li Sûriyeyê û diyaloga navxweyî ya Sûriyeyê" li paytexta Almanyayê Berlînê paneleke diyalogê ya siyasî li dar xist.

MSDʹê li Berlînê panela diyaloga navxweyî ya Sûriyeyî li dar xist
30 îlon, 2024   21:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li paytexta Almanyayê Berlînê paneleke siyasî ya diyalogê organîze kir. Di panelê de nûnerên şepêlên siyasî û rêxistinên çandî û welatparêz beşdar bûn.

Nûnerê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) li Almanyayê Rizgar Qasim li ser hewldanên MSDʹê yên pêşxistina diyaloga navxweyî axivî û diyar kir ku MSDʹê nûnertiya hemû ol, mezheb û neteweyên Sûriyeyê dike.

Her wiha, hevserokê Nivîsgeha Têkiliyan a MSD'ê Hesen Mihemed Elî geşedanên siyasî û zehmetiyên herêmî anîn ziman û hişyarî da û got dibe ku dewleta Tirk a dagirker mijûlbûna aliyên navneteweyî bi şerên herêmî û cîhanî ji bo xwe bi kar bîne û aramiya herêmê têk bibe. Mihemed wiha pê de çû: "Ji ber pirrengiya olî û çandî ya di civaka Sûriyeyê de projeya 'Îslama siyasî' bi ser neket."

Mihemed Elî destnîşan kir ku çareseriya herî guncaw a krîza Sûriyeyê pêkanîna pergala nenavendiyê û xurtkirina nasnameya nîştimanî û pêkanîna biryara 2254ʹan e.

Di dawiya panelê de beşdaran nêrînên xwe parve kirin û hewldanên MSD'ê yên ji bo pêkanîna diyaloga navxweyî ya nîştimanî silav kirin.

(mh)