Til Avîv ji bo êrişeke bejahî li Lubnanê Washington agahdar kir

Rayedarekî Amerîkayî diyar kir ku Îsraîl plan dike ku di demeke nêz de êrişeke bejahî ya sînordar li Lubnanê pêk bîne. Serokê Amerîkayê jî dijberî vê yekê derket û banga agirbestê kir. Her wiha cîgirê Sekreterê Giştî ya Hizbullaha Lubnanê got çekdarên wan ji bo vê yekê amade ne.

Til Avîv ji bo êrişeke bejahî li Lubnanê Washington agahdar kir
30 îlon, 2024   21:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Washingotin Post ku agahiyên xwe dispêre rayedarî Amerîkayî diyar kir ku Îsraîl plan dike ku di demeke nêz de êrişeke bejahî ya sînordar li Lubnanê pêk bîne.

Rayedarê Amerîkayî destnîşan kir ku dê çarçoveya êrişê ji şerê Îsraîlê ya li dijî Hizbullah a di 2006ʹan de biçûktir be û dê girîngiya êrişan li dijî ewlehiya avahiyên niştecihî yên li nêzî sînor bin.

Serokê Amerîkayê Joe Biden jî îro got ew dijberî êrişa Îsraîlê ya bejahî ya li Lubnanê ye û bang agirbestê kir.

Biden ji bersiva pirsên rojnamevanan ên ku ger agahiya wî ji raporên der barê planên Îsraîlê yên êrişkirinê heye yan na da û got, "Agahiya min ji we zêdetir li ser vê yekê hene û rawestandina wê min rihet dike. Divê agirbestê niha pêk bê."

Her wiha li aliyekî din jî wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Galant got pêvajoya din a şer dê di demeke nêz de li seranserî sînorê başûrê Lubnanê be.

Galant di civîna serokên meclisên herêmî yên li bakurê Îsraîlê de got dê pêvajiya din a şerê li dijî Hizbullah di demeke nêz de dest pê bike.

Cîgerê Sekreterê Giştî ya Hizbullaha Lubnanê Neîm Qasim got çekdarên komê li dijî her êrişeke bejahî ya Îsraîlê li ser Lubnanê amade ne.

(fr)