‘Min ew sax nedît, lê qet nebe bikariba serdana gora wê bikim’

Di roja dawî ya şînê de bi sedan kes ji bo rojnamevan Cîhan Bîlgîn ya ku hat qetilkirin serdana malbatê kirin. Dayika Cîhan Bîlgîn, Katîbe Bîlgîn xwest cenazeyê keça wê li axa xwe bê definkirin û got, “Min ew sax nedît, lê qet nebe min bikariba serdana gora wê bikira.”

‘Min ew sax nedît, lê qet nebe bikariba serdana gora wê bikim’
23 kanûn, 2024   14:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Li navçeya Mîdyadê ya Mêrdînê ji bo Rojnamevan Cîhan Bîlgîn a di encama êrîşa balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de jiyana xwe ji dest da, şîn hatibû dayin. Îro roja dawiyê ya şînê ye. Bi sedan kes çûn şînê.

Malbata ku wê ji niha û pê ve li malê sersaxiyê qebûl bike, ji bo Cîhan Bîlgîn mewlûd da.

 Bi sedan kesên beşdarî merasîma sersaxiyê ya Cîhan Bîlgîn bûn, pankartên wêneyên Cîhan Bîlgîn û Nazîm Daştan li ser bûn hilgirtin û bi dirûşmeyên "Şehîd na mirin", "Cîhan, Nazim rûmeta me ye" û "Çapemeniya azad nayê bêdengkirin" ber bi mala şînê ve meşiyan.

 Di roja dawî ya sersaxiyê de ji bo bîranîna rojnamegerên hatin qetilkirin Cîhan Bîlgîn û Nazîm Daştan deqeyek rêz hat girtin.

 Hevseroka MEBYA-DER'ê Gurbet Tekin da zanîn ew ê têkoşîna Cîhan û Nazim mezin bikin.

 Li ser navê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) rojnamevan Ahmet Kanbal axivî û got:"Em pênûsa wan li erdê nahêlin."

 Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş jî got ew ê ji bo xeyalên rojnamegeran têbikoşin.

Dayika Cîhan Bîlgîn, Katîbe Bîlgîn xwest cenazeyê keça wê li axa xwe bê definkirin û got, “Min ew sax nedît, lê qet nebe mmin bikariba serdana gora wê bikira. Bila Cîhana min û Nazim bibin wesîleya aştiyê. Spas ji we hemûyan re."

 Serdana li mala şînê dewam dike. Kesên tên sersaxiyê tim dirûşmên "Şehîd namirin" berz dikin.