Çeteyên El Emşat li MInbicê dest avêtin zarokan

Çeteyên El Emşat ên dewleta Tirk a dagirker li bajarê Minbicê yê dagirkirî, dest avêtin zarokekê û di encamê de di navbera wan û êla El Bobena de şer derket.

Çeteyên El Emşat li MInbicê dest avêtin zarokan
23 kanûn, 2024   14:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên xwecih ji bajarê Minbicê yê dagirkirî ragihand ku çeteyên El Emşat zarokeke 7 salî revandiye lê kiriye û di encamê de di navbera wan û êla El Bobena de şerên dijwar derketiye.

Li gorî agahiyan di encama şer de kuştî û birîndar hene.

Mîna gelek herêmên dagirkirî li bajarê Minbicê jî ewlehî êdî nemaye û çeteyên dewleta Tirk a dagirker sûcan li dijî şêniyên bajêr dikin. 

(şx)