Mîhrîcana 4ʹemîn a Hinaran dest pê kir

Ji bo piştgiriya rewaşa çandinî û teşwîqa li ser girîngiya çandiniyê li herêmê li bajaroê Sosê yê kantona Dêrazorê Mîhrîcana 4ʹemîn a Hinaran hat lidarxistin.

Mîhrîcana 4ʹemîn a Hinaran dest pê kir
Mîhrîcana 4ʹemîn a Hinaran dest pê kir
Mîhrîcana 4ʹemîn a Hinaran dest pê kir
Mîhrîcana 4ʹemîn a Hinaran dest pê kir
Mîhrîcana 4ʹemîn a Hinaran dest pê kir
Mîhrîcana 4ʹemîn a Hinaran dest pê kir
Mîhrîcana 4ʹemîn a Hinaran dest pê kir
Mîhrîcana 4ʹemîn a Hinaran dest pê kir
27 cotmeh, 2024   17:09
DÊRAZORÊ

Ji bo pîrozkirina mîrasên xwe yên çandiniyê, parastina çandina daran bi taybet hinaran, xelkê bajarokê Sosê Mîhrîcana 4ʹemîn a piştgiriya rewaşa çandiniyê û teşwîqa li ser girîngiya çandiniyê li herêmê organîze kir.

Di mîhrîcanê de şênî, cotkar, şêx û rûspiyên eşîran, nûnerên ji meclisên sivîl û leşkerî yên li rojhilatê kantona Dêrazorê beşdar bûn.

Di mîhrîcanê de organîzatorê mîhrîcanê Elî El Selom bixêrhatina beşdaran kir û spasiya kedên cotkaran kir. El Selom diyar kir ku divê mîrasa çandina hinaran ku nîşaneya bajarokê Sosê ye were parastin.

Dûre beşdarê mîhrîcanê de Hemîd Îsmaîl El Kihêlat ê ku ji 2010ʹan dest bi çandina hinaran kiriye axivî. El Kihêlat diyar kir ku gelek cureyên hinaran; fransî û horanî, hene. Ji hinaran dims û şerab çêdibe û sûdên wê yên tenduristî gelek in."

Her wiha Yasir El Xelef li ser girîngiya xebata komînal axivî û got: "Bi hevkariyê tiştê zehmet tune ye. Em dikarin bi xebatra komînal tiştên nepêkan bikin."

El Xelef bang li rêxistin û gerînendetiya çandiniyê kir ku piştgiriya wan bikin.

Mîhrîcan bi xelatkirina 5 kesên serketî hatin xelatkirin. Encamên serketinê li gorî kalîte, rêbazên depokirin û derxistina dims û şerabê bûn.

Edbulhemîd El Hemed xelata yekemîn, Eseed El Kihêlan xelata duyemîn, Yûsif El Mihemed xelata sêyemîn, Seed El Ecac xelata çaremîn û Mehmûd Ebdulwehab xelata pêncemîn.

(fr)

ANHA