Hêrsa li dijî êrişên dagirkeriyê

Pêkhateyên Hesekê û Til Birakê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker meşiyan. Ciwanên Partiya Sûriye Pêşeroj piştgiriya xwe bi QSD û Rêveberiya Xweser re anîn ziman.

Hêrsa li dijî êrişên dagirkeriyê
Hêrsa li dijî êrişên dagirkeriyê
Hêrsa li dijî êrişên dagirkeriyê
Hêrsa li dijî êrişên dagirkeriyê
Hêrsa li dijî êrişên dagirkeriyê
Hêrsa li dijî êrişên dagirkeriyê
Hêrsa li dijî êrişên dagirkeriyê
Hêrsa li dijî êrişên dagirkeriyê
Hêrsa li dijî êrişên dagirkeriyê
Hêrsa li dijî êrişên dagirkeriyê
Hêrsa li dijî êrişên dagirkeriyê
Hêrsa li dijî êrişên dagirkeriyê
Hêrsa li dijî êrişên dagirkeriyê
Hêrsa li dijî êrişên dagirkeriyê
Hêrsa li dijî êrişên dagirkeriyê
Hêrsa li dijî êrişên dagirkeriyê
Hêrsa li dijî êrişên dagirkeriyê
Hêrsa li dijî êrişên dagirkeriyê
Hêrsa li dijî êrişên dagirkeriyê
Hêrsa li dijî êrişên dagirkeriyê
Hêrsa li dijî êrişên dagirkeriyê
Hêrsa li dijî êrişên dagirkeriyê
Hêrsa li dijî êrişên dagirkeriyê
27 cotmeh, 2024   16:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi sedan şêniyên bajarê Til Birakê yê kantona Cizîrê bi meşekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir.

Şênî ji pêşiya çerxerêya Firin a li başûrê bajêr  heya qada Sûka Genim meşiyan. Di meşê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hatin hildan û pankartên "Na ji êrişên dewleta Tirk re, na ji qetilkirina zarokan û wêrankirina navendan re" û "Em ê dagirkeriyê tune bikin û nirxên şoreşa xwe biparêzin" hatin vekirin.

Meş li qada Sûka Genim sekinî û axaftin hatin kirin.  Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Birakê, Weed Ilêwî êrişên dewleta Tirk şermezar dikin û  diyar kir ku ev êriş li dijî qanûnên navneteweyî ne. Her wiha  xwest hesab ji dewleta Tirk bê pirsîn.

Çalakî bi berzkirina dirûşmên "Bimire dagirkerî" û "Bijî berxwedana gelan" bi dawî bû.

ŞÊNIYÊN HESEKÊ BANGA GIRTINA QADA HEWAYÎ YA HERÊMÊ KIR

Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi beşdariya sedan şêniyên bajarê Hesekê meşek li dar xist. Şênî ji çerxerêya Kevokê ya li taxa Til Hecer heya çerxerêya Şehîd Serhed a taxa Miftî meşiyan.  Di meşê de alên Meclisa Malbatên Şehîdan, wêneyên şehîdên êrişên dewleta Tirk hildan û pankartên " Na ji êrişên dewleta Tirk re, na ji qetilkirina zarokan û wêrankirina navendan re" û "Divê qada hewayî ya axa me bê girtin" vekirin.

Li çerxerêya Şehîd Serhed bi navê Îsniyatîfa Gel Helîme Ehmed û Îbrahîm Hisên axivîn. Di axaftinan de hate diyarkirin ku êrişên dewleta Tirk vîna gelên herêmê naşikîne. Her wiha bêdengiya hêzên navneteweyî û rêxistinên mirovî jî hat şermezarkirin û  hate gotin, bêdengî dide diyarkirin ku wan êrişên dewleta Tirk qebûl kirine.

Di dawiyê de bang li gelê herêmê û partiyan hat kirin ku li hemberî êrişan bibin yek.

CIWANÊN SÛRIYEYA PÊŞEROJÊ: EM BI RÊVEBERIYA XWESER Û QSD`Ê RE NE

Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê daxuyaniyek li pêşiya navenda meclisê ya li bajarê Hesekê da.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku êriş îsbat dikin ku dewleta Tirk di çareserkirina pirsgirêkên xwe yên aborî û siyasî de bêçare maye. Hate gotin, armanc ji êrişan, tirsandina sivîlan û têkbirina hevgirtin û vîna wan e.

Di dewama daxuyaniyê de hate  bibîrxistin ku êrişên li ser sivîlan û binesaziya herêmê sûcên şer û yên li dijî mirovahiyê ne.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku ciwan bi Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) re ne û ew amade ne rûmet, azadiya gelê xwe biparêzin.

(şx/bb)

ANHA