Merasîma oxirkirina 5 şehîdên QSD`ê li Hesekê dest pê kir

Li bajarê Heeskê merasîma oxirkirina 5 şervanên QSD`ê yên di êrişa milîsên Îranê de li Dêrazorê şehîd bûne, dest pê kir.

Merasîma oxirkirina 5 şehîdên QSD`ê li Hesekê dest pê kir
7 sibat, 2024   11:29
HESEKÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Cizîrê dest bi merasîma oxirkirina 5 şehîdên Hêzên Komandos ên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) kir ku di êrişa milîsên Îranê de li dijî akademiya perwerdeyê ya li cihê petrolê yê El Omer ê Dêrazorê şehîd bûne.

Navenda Ragihandinê ya QSD`ê duh nasnameyên şehîdan aşkera kiribû ku Emmar, Dehat, Gelhat, Zagros Kelase û Omer in.

Merasîma oxirkirinê, bi beşdariya bi hezaran şêniyên Hesekê, rûspiyên herêmê, QSD`ê û nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiye yê Hesekê dest pê kir.

(şx)

ANHA