Mehmûd Meşhedanî ji bo serokê parlamentoya Iraqê hat hilbijartin

Di tura duyem a dengdana ji bo diyarkirina Serokê Parlamentoya Iraqê de, Mehmud Meşhedanî bû Serokê Parlamentoya Iraqê.

Mehmûd Meşhedanî ji bo serokê parlamentoya Iraqê hat hilbijartin
31 cotmeh, 2024   23:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî nêzî salekê Parlamentoya Iraqê bê serokê ma, îro di encama dengdana tura duyem ya ji bo diyarkirina serokê Parlamentoya Iraqê de Mehmud Meşhedanî bi ser ket.

Îro di civîna Parlamentoya Iraqê de ji bo diyarkirina Serokê Parlamentoya Iraqê dengdan hate kirin. Lê ji ber ti namzetan dengên pêwîst ku divê 166 deng werbigirin, wernegirtin.

Li ser vê yekê diyarkirina serokê Parlamentoya Iraqê ji tura duyem re ma.

Di dengdana tura duyem de 269 parlamenter amadebûn, namzetê Hevpeymaniya Ezim Mehmud Meşhedanî bi 182 dengdan Salim Îsawî li pişt xwe de hêla û bû serokê Parlamentoya Iraqê.

Her wiha Salim Îsawî 42 deng wergirt û 39 deng jî vale bûn.

Hêjayî gotinêye ku di 14’ê Mijdara sala 2023’yan de li ser giliya du parlamenterên Iraqê Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê, Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbusî ji postê wî durxist.