ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 01 – 11 – 2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 01 – 11 – 2024
1 mijdar, 2024   02:00

Şêniyên Til Birakê diyar kir ku hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re ji bo hemû gelan kêfxweşî bû û got dê li hember pergala îşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan têkoşînê mezin bikin.

Şervanên YPG/YPJ’ê diyar kirin ku berxwedana dîrokî ya Kobanê ku bi feraseta şerê gel ê şoreşgerî hatiye meşandin, îro jî dijî dagirkeriyê didome û wê bidome.

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker, dema karkerên stasyona Siwêdiyê xwarina xwe hazir dikir, êrişî wan kir û komkujiyeke hovane kir. Karkerên stasyonê behsa kêliyên komkujiyê kir. 

Di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî gelek binesaziyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de kehrebe li ser gelek saziyên xizmetguzariyê qut bû. Ji ber wê Şaredariya Gel a Çilaxa li 5 bîrên ava vexwarinê jenetor danîn.

Hemdan El Ebid diyar kir ku dewleta Tirk bi êrişên xwe hewl dide pirsgirêkên xwe yên siyasî derbasî herêmê bike. El Ebid bang li Komkara Erebî kir ku ji bo parastina serdestiya xaka Sûriyeyê bikeve nava tevgerê.

Di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bi tenê li Amûdê zêdetirî 70 hezar kes bê av û ceryan in.

Bi hevkariya Komeleya Hespên Erebî xwediyên hespan bi navê ˋHezkirin, aştî û biratî di nava pêkhateyanˋ bi boneya salvegera yekemîn a şehîdbûna 29 endamên Akademiya Hemze Beg a Têkoşîna Dijî Hişbirê li gundê Sikêriye yê Girkê Legê pêşbirkekê li dar dixin, saet 09:00ˋan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Yekitiya Xwendekarên Neteweparêz ên Sûriyeyê Mîhrîcana Şehîd Hogir a Xwendekaran li stadyûma Heysem Kiço ya li Qamişloyê li dar dixe, saet 08:30ˋan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê kantona Firatê bi boneya salvegera 10ˋan a Roja Kobanê ya Cîhanê li qada Şehîd Egîd a Kobanê pîroz dike, saet 15:00ˋan. (BI WÊNE Û DÎMEN)