Mehmet Ocalan: Werin em Serok ji Îmraliyê derxînin

Birayê Rêber Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan bi minasebeta 4ê Nîsanê Roja Rojbûna Rêber Abdullah Ocalan bang kir û got: "Em bi hevre Serok ji Girava Îmraliyê derxînin."

Mehmet Ocalan: Werin em Serok ji Îmraliyê derxînin
29 adar, 2026   12:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Kurdistanî îsal dê di pêşengiya Platorma Rêxistinên Demokratîk de 77emîn rojbûna Rêber Abdullah Ocalan ji 1’ê nîsanê heta 4ê Nîsanê pîroz bikin. 

Amedekariyên Meşa Amara û mihrîcana ku li navçeya Xalfetiyê li dar bixin didome. Îsal dê li bakurê kurdistanê her kes li bajarên xwe bi hevkariya Komeleya Ekolojiyê çalakiyên bi mijara "Azadiya Fizîkî ya Serokatî", "Mafê Hêviyê" û "Rewşa Rêber" li dar bixe û şitlan biçîne. Her wiha dê 3 û 4'ê Nîsanê li navçeya Xelfetiyê ya bajaêr Rihayê mihrîcanê bê li dar xistin. Di 3’yê nîsanê de, dê "Sifreya Rojê" were danîn û her kes dê xwarinên ku bi xwe re aniye pêşkêş bike. Rojeva sereke ya çalakiyên rojbûna 77emîn dê naskirina statuya Rêber Abdullah Ocalan, sermuzakerevanê "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" û guhertina şert û mercên wî yên li Îmraliyê be.

Birayê Rêber Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan, beriya Meşa Amara ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî û banga beşdarbûna çalakiyên 4ê Nîsanê kir. 

'EM SEROKÊ JI GIRAVA ÎMRALIYÊ DERXÎNIN'

 Mehmet Ocalan diyar kir ku 4'ê Nîsanê ji bo hebûn û ronahiya Kurdan girîng e û got: "Serok, dê bibe 77 salî. Em vê rojbûnê pîroz dikin. Banga me ya 4'ê Nîsanê ji bo gelê Kurd û Kurdistanê ye. Tirkmen, Ereb û gelên din, bila hemû werin. Em dixwazin hemû Kurd werin vir. Di rojên pêş de, werin em Serok ji Girava Îmraliyê derxînin û peyama xwe bi vî rengî bidin."

 DÊ JI BO AZADIYA WÎ PEYAM BÊ DAYÎN

 Mehmet Ocalan, bal kişand ser wê yekê ku pêdivî ye peyameke mezin li Amarayê were dayîn û got: "Ger em karibin di 3 û 4'ê Nîsanê de li vir mîtîngeke mezin li dar bixin, em ê Serok ji Girava Îmraliyê rizgar bikin. Di dawiyê de, ez vê bêjim: Ger Serok li Girava Îmraliyê bimîne, jiyana wî di xetereyê de ye. Werin em ji 3'yê Nîsanê heta 4'ê Nîsanê rojbûna wî li Xelfetiyê, li gundê Amarayê, pîroz bikin. Werin em Serok ji bo pêşerojê ji Girava Îmraliyê derxînin."