Meclisa qebîleya Tey hat avakirin

Eşîrên qebîleya Tey a Ereb ên li kantona Cizîrê meclisa xwe ava kir.

Meclisa qebîleya Tey hat avakirin
Meclisa qebîleya Tey hat avakirin
Meclisa qebîleya Tey hat avakirin
Meclisa qebîleya Tey hat avakirin
Meclisa qebîleya Tey hat avakirin
Meclisa qebîleya Tey hat avakirin
Meclisa qebîleya Tey hat avakirin
19 adar, 2024   11:22
QAMIŞLO

Duh bi beşdariya şêx û rûspiyên eşîrên Kurd û Ereb, kesayetên civakî û siyasî yên kantona Cizîrê civînek li Qamişloyê hat avakirin.

Di civînê de, eşîrên qebîleya Tey (El Yesar, Benî Sebha, El Sade El Bû Salim, El Bû Asî, El Ziyabat, El Herîs, El Sade El Meamîra, El Xenama, El Meşarfe, El Esaf) Meclisa Giştî ya Qebîleya Tey a Kantona Cizîrê ava kir. Ji pêkahteyê Suryan Denho Îlya jî tev li meclisê bû.

Şêx Hesen Ferhan El Mihemed El Ebdullah El Tayî yê ji qebîleya El Esaf wekî serokê Meclisa Giştî ya Qebîleya Tey a Kantona Cizîrê hat hilbijartin.

Eşîran diyar kir ku avakirina meclisê encamên nîqaşên demdirêj e. Her wiha destnîşan kirin ku armanca vê meclisê mîsogeriya ewlehiya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, çareserkirina pirsigrêkên qebîleyê, belavkirina hevgirtin û çanda hevqebûlkirinê û xurtkirina têkiliyan bi qebîleyên din re ye.

(bb)

ANHA