Meclisa Leşkerî ya Siwêdayê: Em ê bibin beşek ji artêşa niştîmanî ya Sûriyeya nenavendî

Komên çekdar ên Siwêdayê ragihand ku meclisa xwe ya leşkerî ava kir û soz da ku parastina civakê, ewlehiya niştîmanî û herêmî bike û sînorê başûr ji milîsên qaçaxtiya çek û hişbirê û derbasbûna rêxistinên terorîst, bike û got ew ê bibin beşek ji artêşa niştîmanî ya Sûriyeya nû ya nenavendî.

Meclisa Leşkerî ya Siwêdayê: Em ê bibin beşek ji artêşa niştîmanî ya Sûriyeya nenavendî
24 sibat, 2025   20:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Leşkerî ya Siwêdayê ku ji gelek komên çekdar pêk tê, bi daxuyaniyekê ragihand ku ew ê projeya xwe ya niştîmanî li ser bingeha hevkariya bi hêzên çekdar ên xwecih re pêşkêş bike. Di daxuyaniyê de hat gotin ku ciwanên Çiyayê El Ereb neketin nav şerê kuştinê ya li Sûriyeyê û nêzî 40 hezar xort leşkeriya mecbûrî ya rejîma berê nekir.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di meclisê de kadroyên leşkerî yên ku ji artêşa rejîma berê veqetiyane û yên karbes hene.

Di berdewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Meclis bi hêzên siyasî yên şoreşgerî, civaka xwecih û serokê Ruhanî ya Taîfeya Miwehedîn a Durzî Şêx Hikmet El Hecrî re di hevkariyê de ye. Armanca meclisê jî pêkanîna daxwazên parastina civakê, ewlehiya niştîmanî, herêmî û parastina sînorên başûr ji milîsên qaçaxtiya çek û hişbirê û derbasbûna komên tundraw ên terorîst e, ji başûrê rojava heta herêma Tenefê ya başûrê rojhilat."

Di daxuyaniya meclisê de hat gotin ku ew ê jîngeheke ewle û aram ji bo şêniyan misoger bike, aboriyê bi pêş bixe û xetên veguhastina hundirîn û derve yên çûn û hatinê jî biparêze.

Di dawiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku meclis wê bibe beşek ji artêşa niştîmanî ya dewleta Sûriyeya nû; dewleta modernîzm, hemwelatîbûna wekhev û mafên mirovan, dewleta demokratîk a nenavendî û laîk, dewleta edalet û aştiya herêmî û navneteweyî.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku piştî ketina rejîma berê, di 1'ê Çileyê de komên çekdar ên xwecih ên Siwêdayê rê li pêşiya karwaneke leşkerî ya desthilata Şamê girt û nehişt ku ew derbasî parêzgeha Siwêdayê bibin û fesexkirina koma xwe red kir.

(mh/fr)