Meclisa Koçberên Efrîn û Şehbayê banga xurtkirina aştiya sivîl kir

Meclisa Koçberên û Şehbayê li ser aloziyên li Rojava hişyarî da û diyar kir ku kiryarên takekesî nûnertiya gel nakin, û banga xurtkirina aştiya sivîl kir.

Meclisa Koçberên Efrîn û Şehbayê banga xurtkirina aştiya sivîl kir
22 adar, 2026   15:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Koçberên Efrîn û Şehbayê îro derbarê geşedanên dawî yên li herêmên Rojava daxuyaniyek weşand, û fikarên xwe yên li ser bûyer û aloziyên ku bandorek neyînî li ser aramî û aştiya sivîl kirine anî ziman.

Meclisê diyar kir ku "kiryarên takekesî yên li derveyî çarçoveya fermî ne me temsîl dikin û ne jî îradeya gelê me nîşan didin."

Daxuyaniyê bal kişand li ser "parastina yekîtîya axa Sûrîyeyê û redkirina planên parçekirinê".

Mecliê di daxuyaniya xwe de banga xurtkirina jiyana hevbeş kir, û destnîşan kir ku "gelê Kurd beşek bingehîn a tevna neteweyî ya Sûriyeyê ye," û li dijî gotinên nefretê û her tiştê ku dibe sedema dabeşbûnê hişyar kir.

Di dawiya daxuyaniya xwe de, meclisê diyar kir ku "têkoşîna gelê me dê rewa û aştiyane be," û armanca me "bidestxistina vegera ewle û bi rûmet di nav Sûriyeyeke yekgirtî, azad û demokratîk de ye."

(k)