Meclisa Gelan a Tebqayê Komîteya Hilbijartinan ava kir

Meclisa Gelan a Demokratîk a kantona Tebqayê di civîna xwe de Komîteya Hilbijartinan a ku ji 6 endaman pêk tê, ava kir.

Meclisa Gelan a Tebqayê Komîteya Hilbijartinan ava kir
7 gulan, 2024   17:28
TEBQA

Meclisa Gelan a kantona Tebqayê bi beşdariya endamên meclisê, nûnerên saziyên kantonê û hiqûqnasan civînek li dar xist.

Di civînê de pêvajoya hilbijartinên amadekar ên şaredariyan hatin nirxandin. Piştre navê 6 endaman ji aliyê Meclisa Gelan û Meclisa Edaleta Civakî ve hatin pêşniyarkirin da ku ew wek endamên Komîteya Hilbijartinan bên hilbijartin.

Piştî dengdayîn û erêkirinê endaman soz li pêşiya beşdaran da.

Her wiha meclisê li ser daxwaznameya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a kantonê ya erkdarkirina Ehmed El Şehaze wek hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya kantonê erê kir. Her wiha endamtiya Narîman El Hisên di Meclisa Gelan a Tebqayê de jî erê kir û endaman li pêşiya beşdaran soz da.

(mh)

ANHA