Meclisa Dirbêsiyê û Komeleya Ermenan piştgiriya koçberan dikin

Di çarçoveya destwerdana mirovî û ji bo pêkanîna pêdiviyên koçberên ji ber êrişên çeteyên hikumeta demkî koçber bûne, Meclisa Dirbêsiyê bi alîkariya Komeleya Giştî ya Ermenan dest bi pêkanîna xebatên xizmetguzarî û tenduristî kiriye.

Meclisa Dirbêsiyê û Komeleya Ermenan piştgiriya koçberan dikin
Meclisa Dirbêsiyê û Komeleya Ermenan piştgiriya koçberan dikin
Meclisa Dirbêsiyê û Komeleya Ermenan piştgiriya koçberan dikin
Meclisa Dirbêsiyê û Komeleya Ermenan piştgiriya koçberan dikin
20 ÇILE, 2026   14:35
HESEKÊ

Komîteya Koçberan a Meclisa Dirbêsiyê ya Kantona Cizîrê bi alîkariya Komeleya Giştî ya Ermenan li baregehên koçberên Efrîn, Tebqa û Reqayê geriya û rewşa wan a mirovî şopand, di heman demê de alîkarî pêşkêş kirin.

Alîkariyên tenduristî û derman ji koçberan re hatin dayîn, di heman demê de zarok û kesên bitemen ên nexweş, kontrol kirin.

Endamên komîteyê da zanîn ku armanca wan parastina tenduristiya koçberan e, di heman demê de destnîşan kir ku dê xebatên wan ên alîkariyê bê navber dewam bikin.

ANHA