Meclisa Dêrikê êriş û bêdengiya hêzên navneteweyî şeremzar kir

Meclisa Navçeya Dêrikê êrişên dewleta Tirk a dagirker û bêdengiya hêzên navneteweyî şeremzar kir.

Meclisa Dêrikê êriş û bêdengiya hêzên navneteweyî şeremzar kir
27 cotmeh, 2023   17:35
QAMIŞLO

Meclisa Navçeya Dêrikê piştî bombebarana dewleta Tirk a dagirker a li dijî malekê û şîrketeke çandiniyê, daxuyanî da.

Daxuyanî bi amadebûna bi dehan şêniyan û endamên saziyên civaka sivîl hat xwendin.

Rêveberê Melcisa Navçeya Dêrikê  Mihemed Kalî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Divê dewleta Tirk baş bizanibe ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji mîna van êrişên nemerd natirse. Ev êriş didin xuyakirin ku Tirkiye nefesa dawîn dekişîne. Bêdengiya hêzên cîhanî agirê van êrişan gûrtir dike û nîşaneya hevakariyê ye. Hêzên ku xwe wekî hevkarên me yên di şerê li dijî DAIŞ′ de îdia dikin, heta niha bêdeng in. Em pişta xwe nadin wan, lê em pişta xwe didin gelê xwe û bi çiyayên xwe em bi hêz dibin.

Erdogan ji bo zarokên Xezayê rûndikên sexte dibarîne, lê zarokên me qetil dike. Erdogan xelîfeyê hemû rêxistinên cîhadîst, xelîfeyê çeteyên DAIŞ û tevahî rêxistinên îslamî yên terorîst ên li cîhanê ye û her kes vê rastiyê dizane.′′

(bb)

ANHA