Malbatên windahiyan û birîndarên şer li Siwêdayê xwepêşandan li dar xist

Malbatên windhiyan û birîndarên şer ên li Siwêdayê xwepêşandan kir û daxwaza naskirina çarenûsa windahiyan û peydakirina tedawiyê û piştgiriya darayî ji bo birîndaran kir.

6 gulan, 2026   14:01
SIWÊDA

Îro malbatên kesên ku ji aliyê hikumeta demkî ya Sûriyeyê ve bi darê zorê hatine windakirin û Komeleya Birayên Xwînê ya ji bo Birîndarên Şer ên li Siwêdayê li Qada El Kerame ya bajêr xwepêşandanek li dar xist û daxwaza naskirina çarenûsa windahiyan û peydakirina dermankirin û piştgiriya darayî ji bo birîndaran kir.

Beşdaran pankartên ku daxwaza berdana girtiyan û zelalkirina çarenûsa windahiyan dikin û wêneyên windhiyan û birîndarên şer, hilgirtin.

Sair Ezam ku yek ji birîndarên şer e, daxwaz kir ku mafên birîndaran, bi taybet dermankirin û piştgiriya darayî werin misogerkirin û da zanîn ku xwepêşandan dê heta ku bersiveke berbiçav neyê bidestxistin berdewam bikin.

Behîc Selam ku di xwepêşandanê de axivî jî diyar kir ku divê piştgiriya birîndaran berdewam be û daxwaza aşkerakirina çarenûsa windahiyan kir.

(k)