Malbatên şehîdan: Yekitî dê serkeftinê bîne

Meclisa Malbatên Şehîdan êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser kantona Efrîn-Şehbayê şermezar kirin û diyar kir ku yekitiya pêkhateyan û şerê gel ê şoreşgerî dê serkeftinê bînin.

Malbatên şehîdan: Yekitî dê serkeftinê bîne
7 kanûn, 2024   14:58
HESEKÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Dirbêsiyê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê û dagirkirina Efrîn-Şehbayê şermezar kirin.

Daxuyanî li pêşiya avahiya meclisê bi amadebûna malbatên şehîdan, endamên saziyên sivîl, meclis û Hêzên Ewlekariya Hundirîn hat dayîn û ji aliyê endama Melcisa Malbatên Şehîdan Rîham Mela ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku parçebûna hêzên hikumeta Şamê û xwespartina wan a li hêzên derve, her wiha lawaziya desthilata navendî derfet da çeteyên dewleta Tirk ku êrişî herêmê bikin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Guhertina demografiyê, qetilkirin, koçberkirin û talankirin ku çete li herêmên dagirkirî pêk tînin, li pêşiya çavên cîhanê tê kirin."

Di dewama daxuyaniyê de berxwedana gerîlayên azadiyê ya çiyayên Kurdistanê hat silavkirin û bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve li Herêmên Parastinê yên Medyayê hatin şermezarkirin.

Di dawiya daxuyaniyê de li hemberî planên dagirkeriyê banga hevgirtin û piştevaniya bi QSDˈê re hat kirin û hate gotin: "Yekitiya pêkhateyan û şerê gel ê şoreşgerî rêya bidestxistina serkeftinê ye.”

(bb)

ANHA