Li Minbicê berxwedanek dîrokî tê nîşandan

Li bakûr, rojava û başûrê Minbicê li hemberî êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê berxwedanek mezin tê nîşandan. Êriş hatin têkbirin, meclisa leşkerî bang li gel kir.

Li Minbicê berxwedanek dîrokî tê nîşandan
7 kanûn, 2024   14:57
MINBIC

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê derbarê êrişên artêşa Tirk a dagirker û komên wê yên çete ku ji duh (6 Kanûn 2024) ve didomin de, daxuyaniyek nivîskî weşand. 

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

“Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di roja duyemîn de êrîşên xwe yên li ser derdora Minbicê û gundên wê zêde kirin. Balafirên keşfê yên bêmirov ên artêşa Tirk a dagirker bi dehan caran herêm bombebaran kirin. Komên çeteyan jî bi top û fuzeyan êrişî gundên başûr û rojavayê Minbicê kirin da ku di bejahiyê re rêya pêşveçûnê vekin.

Çeteyan her wiha êrîş birin ser gundê On El-Dadat ê li nêzî deriyê El-Sacûr. Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bersiv dan û şer derket, di encam pevçûnan de çeteyan xwe paş ve kişand.

Li ser xeta Dêr Hafir, rêya Tebqa-Helebê û hemû eniyên Minbicê jî artêşa Tirk a dagirker bi xwe pêşengiya êrîşan dike. Ev eniyên hane bi rêya balafirên keşfê herî kêm 20 caran bûne hedef.

Dewleta Tirk a dagirker di heman demê de çeperên hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê dişopîne, agahiyan dide çeteyên xwe û wan li ser bejahiyê araste dike. Şeva borî û heta îro danê sibehê şer û pevçûnên dijwar çêbûn û hemû êriş hatin têkbirin.

Li hemberî van êrîşan, hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bi alîkariya gel berxwedaneke lehengî nîşan dan. Li tevahiya derdora herêma El-Erîma ya li başûrê Minbicê şer û pevçûn qewimîn.

Hêzên me mafê xwe yê parastina rewa ya herêma Minbicê û gelê wê destnîşan dikin. Em bang li gelê xwe dikin ku li gorî şert û mercên nû tevbigerin û mil bi mil bi hêzên xwe re herêma xwe biparêzin.”

(a)

ANHA