Malbatên şehîdan xwestin agahî ji Rêber Abdullah Ocalan bigirin

Malbatên şehîdan xwestin agahî ji Rêber Abdullah Ocalan bigirin û gotin dê têkoşînê bidomînin heta azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were.

Malbatên şehîdan xwestin agahî ji Rêber Abdullah Ocalan bigirin
Malbatên şehîdan xwestin agahî ji Rêber Abdullah Ocalan bigirin
Malbatên şehîdan xwestin agahî ji Rêber Abdullah Ocalan bigirin
Malbatên şehîdan xwestin agahî ji Rêber Abdullah Ocalan bigirin
Malbatên şehîdan xwestin agahî ji Rêber Abdullah Ocalan bigirin
Malbatên şehîdan xwestin agahî ji Rêber Abdullah Ocalan bigirin
Malbatên şehîdan xwestin agahî ji Rêber Abdullah Ocalan bigirin
25 sibat 2024   12:52
NAVENDA NÛÇEYAN

23’yê Sibatê li navçeya Gemlîkê ya bajarê Bursayê ya Tirkiyeyê ya nêzî girtîgeha Îmraliyê ku Rêber Abdullah Ocalan lê hatiye ragirtin bi 4.1 pileyî û bi 10.86 kîlometreyî li binê erdê erdhej qewimî.

Meclisên malbatên şehîdan ên li bajarên Qamişlo û Dêrikê,  navçeyên Çilaxa, Tirbespiyê, Til Hemîs û Amûdê yên kantona Cizîrê û Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrîn û Şehbayê bi daxwaza naskirina rewşa Rêber Abdullah Ocalan daxuyaniyeke hevbeş da.

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişloyê daxuyanî li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan da. Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Sebah Hesen daxuyanî xwend. Daxuyaniya Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê ji ber avahiya meclisê ji aliyê Lîlav Mihemed ve hate xwendin.

Daxuyaniya Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Çilaxa jî li ber avahiya meclisê ji aliyê endamê meclisê Husam Hisên ve hat xwendin. Her wiha daxuyaniya Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Tirbespiyê jî ji aliyê endama meclisê Evîn Şêxmûs ve hat xwendin. Li navçeya Til Hemîsê daxuyanî li ber avahiya meclisê ji aliyê endamê meclisê Hemze El Mihemed ve hat xwendin. Amûdê jî endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Etiye  Bîco daxuyanî xwend.

Malbatên şehîdan di daxuyaniyê de bal kişand ser tecrîda domdar a li ser Rêber Abdullah Ocalan û hate gotin ku tecrîd ne qanûnî ye.

Malbatên şehîdan ji ber erdhejê fikarên xwe li ser rewşa Rêber Abdullah Ocalan anî ziman û xwest ku agahî ji Rêber Abdullah Ocalan bigirin.

Malbatên şehîdan bang li desthilata Tirk kir ku destûr bidin parêzer û malbata Rêber Abdullah Ocalan bila wî bibînin. Her wiha soz da ku dê têkoşîna li hemberî desthilata Tirk bidomînin heta azadiya wî ya fîzîkî pêk were.

(bb)

ANHA

AMÛDE

TIL HEMIS

TIRBESPIYÊ

DÊRIK

ÇIL AXA

QAMIŞLO