Malbatên dîlgirtiyan derketin xwepêşandanê

Li bajarê Girkê Legê malbatên dîlgirtiyan derketin xwepêşandanê û got “Bila hikumeta demkî çarenûsa zarokên me zelal bike.”

Malbatên dîlgirtiyan derketin xwepêşandanê
Malbatên dîlgirtiyan derketin xwepêşandanê
Malbatên dîlgirtiyan derketin xwepêşandanê
Malbatên dîlgirtiyan derketin xwepêşandanê
Malbatên dîlgirtiyan derketin xwepêşandanê
Malbatên dîlgirtiyan derketin xwepêşandanê
Malbatên dîlgirtiyan derketin xwepêşandanê
4 nîsan, 2026   13:18
QAMIŞLO

Malbatên dîlgirtiyên ên ji bajarê Girkê Legê li bazara navendî ya bajêr xwepêşandan li dar xist û xwest zarokên wan ên di destê hikumeta demkî ya Sûriyeyê de zû serbest werin berdan. 

Malbatan di xwepêşandanê de wêneyên zarokên xwe rakirin. Her wiha pankartên "Ez birayê xwe yê dîlgirtî dixwazim", "Ez bavê xwe yê dîlgirtî dixwazim", "Dîlgirtî dengê azadiyê ne" û "Heyanî dîlgirtiyên me serbest werin berdan em tê bikoşin" hatin rakirin.

Di xwepêşandanê de malbatan ji aliyên têkildar xwest destwerdanê bikin û zarokên wan serbest werin berdan. Ji hikumeta demkî ya Sûriyeyê jî xwestin çarenûsa zarokên wan zelal bibe û serbest werin berdan.

Fermandarê giştî yê QSD`ê Mazlûm Ebdî ragihandibû ku 1070 sivîl û şervan di destê hikumeta demkî ya Sûriyeyê de ne. Piştî lihevkirina QSD û hikumeta demkî tenê 300 dîlgirtî serbest hatine berdan.

(np)

ANHA