Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin

Malbat û wasiyê Rêber Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
14 adar, 2025   12:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tên ragirtin didome.

Birayê Rêber Apo, Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Di heman demê de xwişka Omer Hayrî Konar, Emîne Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş, Melîhe Çetîn jî bi heman daxwazê serî li dozgerî û midûriyeta girtîgehê dan.

Malbata Rêber Apo hevdîtina rû bi rû ya herî dawî di 3’yê Adara 2020’an de û hevdîtina li ser telefonê jî di 25’ê Adara 2021’ê de kiribû. Piştî 4 salan, biraziyê Rêber Apo, Omer Ocalan di 23’yê Cotmeha 2024’an de hevdîtina rû bi rû kir. Di hevdîtinê de Rêber Apo destnîşan kir ku tecrîd hêj didome.