Li Hemayê êrişa çekdarî; di nav de jinek 4 kes birîndar bûn

Di êrişa çekdarî ya li bajarokê El Cîd ê bakurê rojavayê Hemayê de di nav de jinek 4 kes birîndar bûn. Çavkaniyên xwecihî diyar kir ku êrişkar ji aliyê bajarokê Dirable yê Sehil El Xab ve hatin.

Li Hemayê êrişa çekdarî; di nav de jinek 4 kes birîndar bûn
23 hezîran, 2026   20:04
HEMA

Nûçegihana me ji herêmê daxuyand ku di êrişa çekdarên nenas ên li dijî xelkê bajarokê El Cîd ê bakurê rojavayê Hemayê de 4 kes birîndar bûn.

Li gorî nûçegihan, êrişkar ji aliyê bajarokê Dirable yê herêmêa Sehil El Xab ve hatine û gule li welatiyan barandin.

Heta niha sedemên êrişan naj î nasnameyên êrişkaran nayên zanîn û tu agahiyên dîtir jî li ser rewşa birîndaran nehatin wergirtin.

(fr)

ANHA