Li Zapê çalakî: Gelek dagirker hatin cezakirin

Gerîlayên Azadiya Kurdistan li qada Kurojahro ya Zapê li hemberî leşkerên Tirk ên dagirker çalakiyek lidarxistin. Leşkerên dagirker hatin cezakirin, gelek çek jî hatin desteserkirin.

Li Zapê çalakî: Gelek dagirker hatin cezakirin
21 sibat, 2025   12:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên çavkaniyên gerîla ji ANF’ê re ragihandin, êvara 20’ê Sibatê li Qada Berxwedanê ya Kurojahro ya Zapê ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê, li dijî leşkerên Tirk ên dagirker çalakiyek hatiye lidarxistin.

Hate ragihandin ku efser jî di nav de gelek leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin û gelek çek jî hatin desteserkirin.