Li xalê Jîna Emînî 5 sal û 4 meh cezayê girtîgehê birîn

Xalê Jîna Emînî Sefa Aylî ku di rojên nêzîkî salvegera qetilkirina Jîna Emînî de li Seqîzê hatibû binçavkirin, ji aliyê Dezgeha Dadweriya Îranê ve bi 5 sal, 4 meh û 17 rojan cezayê girtîgehê hate cezakirin.

Li xalê Jîna Emînî 5 sal û 4 meh cezayê girtîgehê birîn
11 sibat, 2024   22:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Hate ragihandin ku Sefa Aylî (30) yê xalê Jîna Emînî li bajarê Seqîzê di dema salvegera qetilkirina Jîna Emînî ji aliyê ‘polîsên exlaq’ ên Îranê ve, hatibû binçavkirin.

Hate diyarkirin Sefa Aylî bi tometa ‘beşdarbûna li pêkanîna şebeke û grubên dijî ewlekariya netewî, çalakiyên dijî hikûmetê û bêrêzîkirina beramberî Xamneyî’ ji aliyê liqa yek ya dadgeha bajarê Seqîzê ve 5 sal cezayê girtîgehê lê hatibû sepandin.

Her wiha hate ragihandin ku Sefa Aylî ji aliyê Dezgeha Dadweriya Îranê 5 sal, 4 meh û 17 roj cezayê girtîgehê hate cezakirin.