Li Tişrînê û Qereqozaqê 4 balafirên bêmirov hatin xistin 

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. QSD’ê bersiv da û êriş têk birin. Di pevçûnan de 4 balafirên bêmirov li eniyên bendava Tiştrînê, pira Qereqozaqê û Dêrhafirê hatin xistin.

Li Tişrînê û Qereqozaqê 4 balafirên bêmirov hatin xistin 
12 adar, 2025   12:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di meha sêyem de berdewam dikin ku hemû cureyên çekan tevî balafirên şer, balafirên bêmirov û çekên giran, bi kar tînin.

Li eniya bendava Tişrînê duh (Sêşem) artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran gundên derdora bendavê topbaran kirin, di heman demê de balafirên şer jî gundê Xirbet El Zemala yê li bakurê bendavê bombebaran kir û di encamê de ziyanên madî çêbûn.

Çeteyên dagirker hewl da bi balafirên bêmirov li dijî çeperên hêzên me êrişê bikin, hêzên me 4 ji wan xistin xwarê.

Li eniya Qereqozakê; balafirên şer ên dagirkeriyê li derdora Pira Qereqozakê gundê Xeseqê bombebaran kir, di encamê de ziyanên madî çêbûn. Her wiha artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên El Tîna, Cada, Bîr Heso, Xeseq, Dîkan, Melha û Senee û girên Sêvê û Qereqozaqê bi zêdetirî 80 topên hawanê topbaran kirin û ziyanên madî li mal û milkên şêniyan bûn.

Li hember êriş û bombebarana dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, şervanên me çalakiyek li dijî baregehên artêşa Tirk a dagirker ên li derdora pira Qereqozaqê li dar xist, wesayiteke zirxî û wesayiteke leşkerî ya ji bo veguhastina leşkeran dihat bikaranîn, rûxandin. Her wiha çalakiyeke din jî li dijî baregeheke din a dagirkeriya Tirk a li aliyê rojavayê pirê pêk anîn. Di çalakiyê de 4 leşkerên dagirker birîndar bûn û 2 sîstemên radarê hatin rûxandin.

Li eniya Dêrhafirê, balafirên bêmirov ên artêşa dagirker duh tevahiya rojê li asîmanê herêmê firiyan."

(k)