Li Til Temirê ji bo koçberan alîkariyê kom dikin

Li Til Temirê ji bo kesên ji Lubnanê hatine, kon hatiye vedan û alîkarî tên komkirin.

Li Til Temirê ji bo koçberan alîkariyê kom dikin
Li Til Temirê ji bo koçberan alîkariyê kom dikin
Li Til Temirê ji bo koçberan alîkariyê kom dikin
Li Til Temirê ji bo koçberan alîkariyê kom dikin
Li Til Temirê ji bo koçberan alîkariyê kom dikin
Li Til Temirê ji bo koçberan alîkariyê kom dikin
Li Til Temirê ji bo koçberan alîkariyê kom dikin
Li Til Temirê ji bo koçberan alîkariyê kom dikin
Li Til Temirê ji bo koçberan alîkariyê kom dikin
7 cotmeh, 2024   12:08
HESEKÊ

Nûnertiya Rêveberiya Xweser a li Lubnanê di 24’ê Îlonê de ji bo şopandina kar û barên penaberên ji herêmê yên ku ji ber şer dixwazin vegerin, komîteyek ava kir. Nûnertî vegera şêniyan hêsan dike û pêwîstiyên wan bi cih tîne.

Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 29’ê heman mehê ji bo pêşwazkirina kesên ji Lubnanê tên, maseya krîzê ava kir, ji bo kesên ji derveyî herêmê jî navendên bicihkirinê veqetandin. Bi heman armancê Heyva Sor a Kurd li piraniya bajaran pêngava komkirina alîkariyan da destpêkirin.

Li gorî daneyên dawîn, heya niha zêdetirî 17 hezar û 500 kes hatine Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Bi armanca alîkarîdayînê, maseya krîzê ya bajarê Til Temirê yê kantona Cizîrê bi hevkariya saziyên sivîl kon vedan.

Rêvebera Nexweşxaneya Til Temirê ya girêdayî Heyva Sor a Kurd û endama maseya krîzê Rojda Emîn diyar kir ku avakirina maseyê û vedana kon ji bo alîkariya kesên ji Lubnanê tên pêk hatiye.

Rojdayê da zanîn ku mase alîkariyên madî wekî cil, nivîn, xwarin û dermanan pêşwazî dike. Her wiha diyar kir ku malên xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ber kesên ji Lubnanê tên vekirî ne.

Xwendekara bi navê Sultana Îbrahîm Oso jî ku alîkarî kir, diyar kir ku ew amade ye malbatên ji Lubnanê bên di mala xwe de pêşwazî bike.

Welatiyê bi navê Hesen Mihemed Haco jî got ew amade ne desteka madî û manewî bidin.

(bb)

ANHA