Li Til Temirê di êrişekê de kesek hate kuştin

Koçberekî ji bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî ku li gundekî Til Temirê dijî, duh di êrişeke bombeyî de hate kuştin û xwişka wî jî birîndar bû.

Li Til Temirê di êrişekê de kesek hate kuştin
9 nîsan, 2025   11:01
HESEKÊ

Duh (sêşem) kesên nenas bombeyek avêt maleke li gundê Til Mexas ê li başûrê bajarê Til Temirê yê kantona Cizîrê.

Di encama êrişê de şêniyê bi navê Xalid Ewad ê 37 salî jiyana xwe ji dest da û xwişka wî Hûriya Ewad a 45 salî jî birîndar bû.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî bûyerê dest bi lêkolînê kiriye.

(k)