Li Til Rifetê li dijî tecrîdê meşiyan

Koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan li Til Rifetê meşek li dar xist.

Li Til Rifetê li dijî tecrîdê meşiyan
Li Til Rifetê li dijî tecrîdê meşiyan
Li Til Rifetê li dijî tecrîdê meşiyan
Li Til Rifetê li dijî tecrîdê meşiyan
Li Til Rifetê li dijî tecrîdê meşiyan
Li Til Rifetê li dijî tecrîdê meşiyan
Li Til Rifetê li dijî tecrîdê meşiyan
Li Til Rifetê li dijî tecrîdê meşiyan
Li Til Rifetê li dijî tecrîdê meşiyan
Li Til Rifetê li dijî tecrîdê meşiyan
Li Til Rifetê li dijî tecrîdê meşiyan
Li Til Rifetê li dijî tecrîdê meşiyan
Li Til Rifetê li dijî tecrîdê meşiyan
Li Til Rifetê li dijî tecrîdê meşiyan
Li Til Rifetê li dijî tecrîdê meşiyan
9 gulan, 2024   15:26
ŞEHBA

Meclisa bajarê Til Rifetê ya kantona Şehbayê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan meşek li dar xist. Bi sedan koçberên Efrînê û şêniyên Til Rifetê tev li meşê bûn.

Girseya gel wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, pankartên"Azadiya fizîkî ya Rêber Apo çareseriya doza kurdî ye" hildan.

Meş li qada bajarê Til Rifetê sekinî û endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Til Rifetê Reşîd Fetko axivî. Fetko got: “Armaca dewleta Tirk ji tecrîda li ser Rêber Apo ew e ku gel û Rêber Apo ji hev dûr bixe. Lê em tu carî ji felsefeya Rêber Apo dûr nakevin. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan em ê her tim li ser pêyan bin.”

Her wiha endama kongra Star a bajarê Til Rifetê Ayşe Hikmet jî got: "Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, ji bo bêdengkirina kesê banga biratiya gelan û azadiya mirovahiyê dike, hate lidarxistin. Em ê bi fikr û felsefeya Rêber Apo tê bikoşin heta ku azadiya wî ya fîzîkî em bi dest dixin.”

Di dawiyê de girseyê sloganên "Bê Serok jiyan nabe" berz kirin.