Li Til Hemîsê merasîma 3 cangoriyên azadiyê

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Xalid El Omerî îro bi merasîmeke girseyê li Pakrewangeha Şehîdan a Til Hemîsê hat oxirkirin. Di merasîmê de şehîd Qusey El Sacir û şehîd Ferhan El Şebo jî hatin bibîranîn.

Li Til Hemîsê merasîma 3 cangoriyên azadiyê
Li Til Hemîsê merasîma 3 cangoriyên azadiyê
Li Til Hemîsê merasîma 3 cangoriyên azadiyê
Li Til Hemîsê merasîma 3 cangoriyên azadiyê
Li Til Hemîsê merasîma 3 cangoriyên azadiyê
19 sibat, 2025   15:02
QAMIŞLO

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Xalid El Omer ku 29’ê Kanûna 2024’an li Minbicê di êrişa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de şehîd bûbû, îro bi merasîmekê li Pakrewangeha Şehîdan a Til Hemîsê hat oxirkirin. Di merasîmê de şervanê QSD’ê Ferhan El Şebo ku 9’ê Kanûna 2024’an li Minbicê şehîd bûbû û şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Qusey El Sacir ê 22’yê Kanûna 2024’an şehîd bûbû, hat bibîranîn. Şêniyên bajarê Til Hemîsê û gundewarên wê, endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî, malbatên şehîdan û rûspiyên eşîran tev li merasîmê bûn.

Piştî rêzgirtinê ji fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Qesir El Telfah axivî û got: "Şehîdan ji bo parastina hebûn û welatê me canê xwe feda kir. Bi saya wan em li welatê xwe azad dijîn.”

Ji rêveberên Meclisa Kongra Star a Til Hemîsê Mawiya El Hedîd soza şopandina rêya şehîdan da û berxwedana şervanan silav kir.

Ji fermandarên QSD’ê yên Til Hemîsê Serdar Ehmed jî sersaxî da malbatên şehîdan û bi van gotinan xîtabî malbatên şehîdan kir: "Em zarokên we ne û em bi dil û can bi we re ne. Berdêl çi dibe bila bibe em ê li hemberî planên terorê yên li ser herêmên me bisekinin.”

Piştî axaftinan wesîqeyên her sê şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Cenazeyê şehîd Xalid El Omerî bi dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re û tilîliyên dayikan hat definkirin.

(bb)

ANHA