Li Til Hemîsê goristana şehîdan hat texrîbkirin

Çekdarên ji Dêrazorê goristana şehîdan a bajarê Til Hemîs ê  gundewarê Qamişloyê xerab kirin.

Li Til Hemîsê goristana şehîdan hat texrîbkirin
Li Til Hemîsê goristana şehîdan hat texrîbkirin
Li Til Hemîsê goristana şehîdan hat texrîbkirin
Li Til Hemîsê goristana şehîdan hat texrîbkirin
Li Til Hemîsê goristana şehîdan hat texrîbkirin
24 sibat, 2026   18:13
QAMIŞLO

Çavkaniyek ji bajarê Til Hemîs ê gundewarê Qamişlo dîmen û wêneyên texrîbkirina goristana şehîdan ji ajansa me re şandin.

Heman çavkanî destnîşan kir ku komên çekdar ku ji Dêrazorê hatine Til Hemîs bi zanebûn goristana şehîdan a bajêr bi temamî xerab kirin.

Di goristanê de keç û xortên bajêr û gundewarê wê ku di berxwedana li hemberî çeteyên terorîst şahîd bûbûnde hene.

Li Efrîn û Serêkaniyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker û li bajarên Tebqa, Reqa, Dêrazor, Minbic, Şedadê û herêma Şiqeyêf a taxa Şêxmeqsûdê jî komên hikumeta demkî goristanên şehîdan wêran kirin.

(ac/fr)

ANHA