Li Tebqayê pêşangeha wêne û pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan

Bi dirûşma "Ji Rêber Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî" Yekitiya Jinên Ciwan a Kantona Tebqayê pêşangeheke wêne û pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan vekir.

Li Tebqayê pêşangeha wêne û pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan
Li Tebqayê pêşangeha wêne û pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan
Li Tebqayê pêşangeha wêne û pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan
Li Tebqayê pêşangeha wêne û pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan
Li Tebqayê pêşangeha wêne û pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan
Li Tebqayê pêşangeha wêne û pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan
15 ÇILE, 2024   16:09
TEBQA

Pêşangeha wêne û pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan li avahiya Meclisa Sivîl a bajarokê Mensûra ya Kantona Tebqaya bi amadebûna nûnerên saziyên sivîl, leşkerî û tevgerên jinan hat vekirin.

Beriya ku pêşangeh were vekirin deqeyeke rêz ji bo şehîdên azadiyê hat girtin. Piştre rêvebera Nivîsgeha Lîstikan a Jinan a Kantona Tebqayê Seca Ayid axivî û got, projeya demokratîk a li herêmê û têkoşîna ku îro tê meşandin berhemên ramanên Rêber Abdullah Ocalan.

Piştre beşdaran derbasî hola pêşangehê bûn.

Di dawiyê de endama Yekitiya Jinên Ciwan Gulîzar Henan daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hate gotin, dewleta Tirk sûcên şer dike û mafên mirovan binpê dike.

Di daxuyaniyê de li hemberî êrişan soza domandina xeta têkoşînê hate dayîn.

(bb)

ANHA