Li Spanyayê şîn hate ragihandin

Li Spanyayê ji ber lehiyê bîlançoya mirinan jî zêde dibe, tê gotin herî kêm 95 kesan jiyana xwe ji dest dane. Ji ber bûyerê 3 roj şîn hate ragihandin.

Li Spanyayê şîn hate ragihandin
31 cotmeh, 2024   11:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Spanyayê ji ber barana zêde lehî rabû, Wezîrê Polîtîkayên Herêmî Ángel Victor Torres ji qenala televîzyonê ya neteweyî TVE re axivî û anî ziman ku tenê li herêma Valenciayê 92 kesan jiyana xwe ji dest dan. 

Torres got, li herêma Castilla-La Mancha’yê 2, li Endulusê jî kesekî jiyana xwe ji dest da.

Di serî de herêma Valenciayê, bi herêmên Castilla-La Mancha, Murcia û Endulusê ji Îlona 1966’an û vir ve felaketa herî giran rû da.

Hikumetê ji bo 3 rojan şîn ragihand.

Wezîrê Polîtîkaya Herêmî Ángel Victor Torres daxuyaniyek da çapmeniyê û got, şîna ji bo 3 rojan 31’ê Cotmehê roja Pêncşemê destpê kir û heta 2’ê Mijdarê roja Şemiyê wê dewam bike.