Êrişên li ser Siwêdayê didomin

Li dijî Siwêdayê êrişên ku duh komên hikumeta veguhêz dest pê kiribûn gurtir bûn û li dijî sivîlan komkujî hatin kirin. Artêşa Îsraîlê jî êrişî cihên leşkerî yên li herêmê kir.

Êrişên li ser Siwêdayê didomin
16 tîrmeh, 2025   10:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh çend saet piştî agirbestê, pevçûnên li Siwêdayê dîsa gur bûn. Şahidan got komên çekdar ên herêmî di hundirê bajêr de çalakiyeke bersivdanê da destpêkirin û xalên stratejîk ên li dora Nexweşxaneya Neteweyî, bazara navendî, Meydana Tişrîn û taxên din ên di nava bajêr de ji nû ve xistin bin kontrola xwe.

Li gorî çavkaniyan, agirbesta ku hikumeta veguhêz îda kiriye, zêde dewam nekir. Ji ber ku hêzên hikumeta veguhêz a Şamê gelek binpêkirin li dijî şêniyan kirin, wekî kuştin, hilweşandina xaniyan û talankirina dikanan. Lewma şer dîsa dest pê kir.

Çavkaniyan diyar kir ku komên herêmî ku xwe ji şer dûr xistibû, piştî belavkirina dîmenên binpêkirinan ên li dijî sivîlan, dîsa tev li şer bûne.

Li gorî çavkaniyan dema ku hêzên hikumeta veguhêz ketin gundê Eldûr, dest bi binpêkirinan kir, li wir xanî hatin wêrankirin, milk hatin dizîn û çend xanî hatin şewitandin. Her wiha li hin gundên din jî kiryarên wiha pêk hatin. Li gelek bajarokan sivîlên bêçek hatin kuştin.

Li gorî Navenda Mafên Mirovan a Sûriyeyê di nava komên êrişkar de kesên biyanî jî hebûn, tê gotin ku ew Uygur, Ozbek û ji neteweyên din in.

Heta saetên dereng ên şeva Sêşemê, li taxên rojava yên Siwêdayê şer û êrişên bi mûşekan ji aliyê hêzên hikumeta veguhêz ve, dewam kirin.

(k)