Li Sirîn û gundekî Çelebiyê hejmarek çete hatin kuştin û wesayît hatin îmhakirin

Şervanên QSD û YPJˊê li Sirînê û gundekî nêzî Çelebeiyê derbên giran li çeteyên hikumeta demkî û yên dewleta Tirk a dagirker xistin, gelek çete hatin kuştin û birîndaran bûn, erebeyên wan ên zirxî îhmakirin.

Li Sirîn û gundekî Çelebiyê hejmarek çete hatin kuştin û wesayît hatin îmhakirin
21 ÇILE, 2026   18:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine bidestxistin, çeteyên hikumeta demkî û yên dewleta Tirk a dagirker li bajarê Sirînê û gundekî nêzî Çelebiyê yên gundewarê kantona Firatê êrişî nuqte û mewziyên şervanên QSD û YPJˊê kirin. 

Hat diyarkirin ku şervanan bersivê tund da çeteyan, hejmarek ji wan kuştin û birîdnar kirin, wesayîtên wan ên zirxî îmha kirin.

Li gel peymana agirbestê ya ku duh ketiye pratîkê, çeteyên hikumeta demkî êrişên xwe dewam dikin.

(fr)