Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê xelk tên revandin hikumet nahêle ragihdndin derbas bibe

Çeteyên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê rê nadin dezgehên ragihandinê û sivîlan ku bikevin taxa Şêxmeqsûd. Li taxê gelek kes têne revandin.

Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê xelk tên revandin hikumet nahêle ragihdndin derbas bibe
12 ÇILE, 2026   13:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Çeteyên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê rê nadin dezgehên ragihandinê û sivîlan ku bikevin taxa Şêxmeqsûd a Helebê, li gorî agahyan gelek kes li taxê hatin revandin.

Çavkaniyên xwecihî ragihandin ku kesên hatine revandin birine cihên nediyar, û ev yek jî bûye sedema alozî û fikaran.

Komîteyên xwecihî yên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê diyar kirinku zêdetirî 271 kesa winda ne.

Çavkaniyên xwecihî ji ajansa me re diyar kirin ku çeteyan bi sedan şêniyên taxên ku di rojên borî de bi rojan rastî bombebarana sîstematîk hatibûn girtin. Jin birin mizgeftan, mêr jî birin cihekî nediyar.

Duh, Heyva Sor a Kurd ragihand ku çeteyên girêdayî hikûmeta demkî 3 endamên wê li taxa Şêxmeqsûd a Helebê revandine.

(k)