Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kampanyaya "Bi hev re em bajarê xwe xweşik bikin"

Bi diruşma "Bi hev re em bajarê xwe xweşik bikin " Şaredariya Gel a Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi beşdariya rêveberiya şaredariyê û berpirsên komîteyên her du taxan û şêniyan kampanyaya parastina paqijiya giştî da destpêkirin û broşur belav kirin.

Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kampanyaya "Bi hev re em bajarê xwe xweşik bikin"
Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kampanyaya "Bi hev re em bajarê xwe xweşik bikin"
Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kampanyaya "Bi hev re em bajarê xwe xweşik bikin"
Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kampanyaya "Bi hev re em bajarê xwe xweşik bikin"
Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kampanyaya "Bi hev re em bajarê xwe xweşik bikin"
Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kampanyaya "Bi hev re em bajarê xwe xweşik bikin"
Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kampanyaya "Bi hev re em bajarê xwe xweşik bikin"
13 nîsan, 2025   21:58
HELEB
MIHEMED EBDO

Di çarçoveya hewlên Şaredariya Gel a Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên xebitîna li ser afirandina civakeke girîngiyê dide paqijiyê, îro bi beşdariya hevserokên her du taxan û komîteyên kampanyaya parastina paqijiya giştî hat destpêkirin û broşur hatin belavkirin.

Şaredariyê bi diruşma "Bi hev re em bajarê xwe xweşik bikin" broşur li welatiyan belav kirin û ji şêniyan xwest ku li gorî dema rakirina çopê tev bigerin û diyar kir ku çop saet ji 5’an sibehê heta 8’ê sibehê tê rakirin û divê çop li cihên wê bê danîn û her kesê xebata paqijkirinê asteng bike wê were lêpirsînkirin.

Di broşuran de hatiye bibîrxistin ku kî van perspektîvên di broşuran de hatine gotin bin pê bike wê herî kêm 500 hezar lîreya Sûriyeyê bide, her wiha bi zimanên Erebî û Kurdî hatiye nivîsandin ku parastina paqijiya giştî bikin.

Endamên şaredariyê li her du kolanan geriyan, ji şênî û xwediyên dikanan û ajokaran re got ku li gorî van perspektîvên dawî hatine dayîn, tev bigerin.

Têkildarî mijarê hevseroka Şaredariya Gel a Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê Emîne Beyrem ji ajansa me re got armanca sereke ji vê kampanyayê ew e ku balê bikişînin ser keda ku karkerên şaredariyê bi şev û roj didin û civak bi wan re alîkar bin.

Çaverê ye ku ev kampanya heta 4 rojan bidome ku xwe bigihînin piranî şêniyan.

(fr)

ANHA