Rojevên sereke yên çapemeniya erebî

Rojnameyên erebî vê sibê behsa bêdengiya El Esed ya li hember tevgerên Îsraîlê yên li Colanê, hegemonyaya Rûsyayê ya li Rojhilata Navîn û senaryoyên bersiva Îsraîlê yên li hember êrişa Îranê kir.

Rojevên sereke yên çapemeniya erebî
16 cotmeh, 2024   10:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Tora El Erebiye nûçeyek bi sernavê "Sira bêdengiya El Esed li hember tevgerên Îsraîlê li Colanê û şerê li Lubnanê çi ye?" weşand. Torê diyar kir ku El Esed heta niha li hember geşedanên li Lubnanê tu daxuyanî nedane.

Torê bal kişand ser tevgerên Îsraîlê yên li Colanê û da zanîn ku El Esed dîsa bê deng e.

Torê ku agahiyên xwe ji çavkaniyên ewlehiyê û analîzvanan wergirtine, destnîşan kir ku hêzên Îsraîlê mayin rakirin û bendên kontrolê li ser sînorên di navbera girê Colanê ya dagirkirî û Sûriyeyê de ava kirin.

Li gorî Reutersê dibe Îsraîl operasyonên xwe yên bejahî li dijî Hizbullaha Lubnanê berfirehtir bike.

Torê da zanîn ku "Firqeya 4`an" a Mahir El Esed ferman daye ku çek neyên veguhastin an jî mazûvaniya endamên Hizbullanê li navendên xwe nekin.

Têkildarî bêdengiya El Esed torê cih da nirxandina hin analîzvanan ku El Esed dixwaze xwe ji şerê yekser ê bi Îsraîlê re dûr bixe û ji ber ku piştgiriya Hizbullahê û Pasdarên Îranê dikin, hêzên El Esed armanca hêzên Îsraîlê ne.

‘HEGEMONYAYA RÛSYAYÊ LI ROJHILATA NAVÎN KÊM DIBE’

Rojnameya El Ereb a Londonê diyar kir ku Rûsya her tim aloziyê bi kar tîne, lê aloziya li Rojhilata Navîn bêçaretiya wê aşkera kir ku nekarî bibe şirîkê dewletên li dijî helwesta DYA`yê.

Li gorî Rojnameyê şerê Ukraynayê bandor li vî warî kiriye. Berovajî DYA`yê, li cem Rûsyayê tu amûrek tune ye ku pê bandorê li Rojhilata Navîn bike.

Rojnameyê destnîşan kir ku serdana Beşar El Esed a ji bo Kremlînê sala 2023`yan aşkera kir ku Şam pişta xwe nade Moskov û Tehranê, haya fermandariya leşkerî ya Rûsyayê bi çekên ku Tehran dide Şamê tune ye û li kêleka wê derbeya Îsraîlê ya li dijî baregeha Himêmîmê di 3`yê Cotmehê de heye, lê li ser dezgehên çapemeniyê behsa wê nehate kirin û tenê hate gotin armanc depoyeke çekan a Îranê bû, ne baregeh bû.

‘SENARYOYÊN BERSIVA ÎSRAÎLÊ’

Tora El Erebiye bal kişand ser bersiva muhtemel a Îsraîlê ya li ser Îranê ku dibe di encamê de şerekî herêmî yê mezin rû bide.

Torê diyar kir ku li cem Îsraîlê bankeke armancên berfireh heye û dikare êrişî navendên hikumetê yan jî navendên petrolê yan jî baregehên leşkerî bike, lê armanca herî girîng, her çar navendên nukleerî yên li Natanz, Arak, Bushehr û Fordo ne.

Bi nêrîna torê, ger Îsraîlê biryar da li navendên nukleerî û li tunelên ku Îranê ev çend sal in di bin erdê de çêdike bide, çeka yekane bombeya amerîkî (GBU-57A/B) ye ku li cem wê nîn e.

Li gorî torê armanca Îsraîlê çi dibe bila bibe lê heke bixwaze bersivê bide, divê destpêkê pirsgirêka ketina qada hewayî ya Îranê û Kendavê çareser bike ku S-300 li wir e û heke bi ser bikeve jî divê pergalên parastinê yên hewayî yên Îranê wek pergalên Rûsyayê, Xerdar û Arman derbas bike.

(şx)