Li Idlibê leşkerekî Şamê hat kuştin

Balafirên şer ên Rûsyayê li gundewarê Idlibê nuqteyek bombebaran kir. Di êrişa çeteyên "Fetil El Mubîn" de leşkerekî hêzên hikumeta Şamê hat kuştin.

Li Idlibê leşkerekî Şamê hat kuştin
18 kanûn, 2023   13:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Rûsyayê gundê Miseyîn ê nêzî bajarê Erîha yê gundewarê başûrê Idlibê bombebaran kir. SOHR got, balafirên Rûsyayê piştî 4 hefteyan careke din dest bi bombebaranê kir.

Çeteyên Fetih El Mubîn, nuqteyên hêzên hikumeta Şamê yên li Cebel El Zawiyê yê başûrê Idlibê topbaran kir. Di encamê de leşkerekî Şamê hat kuştin.

Her wiha hêzên hikumeta Şamê bi obîsên giran derdora bajarokên Nensera û Fitêra yên Cebel El Zawiyê topbaran kirin. Çeteyên "Fetih El Mubîn" jî ji aliyê xwe ve bi hawnan nuqteyên hêzên Şamê yên li gundê Melaca yê başûrê Idlibê kirin hedef.

Li devera Kebana yê Cebel El Ekrad ê bakurê Laziqiyê di navbera koma çete "Fetih El Mubîn" û hêzên hikumeta Şamê de şer derket.

(bb)

ANHA