Çiya Kurd li Beyrûtê bi berpirsê Partiya Tashnag re civiya

Cîgirê Heverokatiya Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd li Beyrûtê bi parlamenter Hagop Pakradounian û nûnerê Partiya Tashnag li Rojhilata Navîn re civiya.

Çiya Kurd li Beyrûtê bi berpirsê Partiya Tashnag re civiya
9 îlon, 2025   15:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya Kar û Barên Derve Bedran Çiya Kurd bi endamê Komîteya Cîhanê ya Partiya Tashnag, berpirsê partiyê li Rojhilata Navîn û parlamenter Hagop Pakradounian re li navendê partiyê ya Beyrûtê civiya. Di civînê de nûnerê Rêveberiya Xweser li Lubnanê Ebduselam Ehmed amade bû.

Di civînê de pêşdeçûnên dawîn li qadên Sûriyeyê û Lubnanê, dozên herêmî, têkiliya dîrokî di navbera gelê Kurd û Ermenî de hatin gotûbêjkirin.

Her du aliyan bal kişand ser ku modela Rêveberiya Xweser û pergala nenavendî ji bo çareseriya doza Kurdî û doza gelê Ermenî, dozên dîtir temsîla çareseriya adilane dikin. Hate gotin ku divê hevkariya hevbeş were xurtkirin.  Ji ber ku ew hevkarî dikeve xizmetî yekhelwestiyê, hewlên ji bo çareserkirina dozên hevbeş û parastina gelên resen.

(fr)