Li Şamê konferansa ‘Pirsgirêkên di qanûna nasnameyê ya Sûriyeyê de’

Çalakvanên Kurd û kesên bêyî nasnameyê ya Sûriyeyê hatine hiştin, di konferansa ‘Pirsgirêkên di qanûna nasnameya Sûriyeyê de: Pêkanîna wekheviyê di navbera her du zayendan de’ de banga avêtina gavên qanûnî yên zelal kir da ku rûmeta qurbaniyan vegerînin û dawî li paşguhkirinê were anîn.

Li Şamê konferansa ‘Pirsgirêkên di qanûna nasnameyê ya Sûriyeyê de’
31 adar, 2026   11:49
ŞAM

Desteya Nîştimanî ya Edaleta Veguhêz duh li Hola Rîza Seîd a li Şamê konferansek bi navê “Pirsgirêkên di qanûna nasnameyê ya Sûriyeyê de: Pêkanîna wekheviyê di navbera her du zayendan de” li dar xist.

Li gorî desteyê, armanc ji konferansê, nîqaşkirina pirsgirêkên qanûnî yên girêdayî wekheviya di navbera her du zayendan de, di qanûna nasnameya sûriyeyî, pirsgirêkên li pêşiya jinên sûriyeyî û zarokên wan, pirsgirêkên tunebûna nasnameyê, her wiha ezmûnên sererastkirina qanûna nasnameyê li Rojhilata Navîn û bakurê Afrîkayê ye.

Di konferansê de Kurdên li Sûriyeyê yên ji mafê wergirtina nasnameyê bê par hatine hiştin, pirsgirêkên xwe anîn ziman.

Jinekê diyar kir ku bavê wê biyanî ye, lê dayika wê sûriyeyî ye, ji ber vê yekê malbat bê nasname maye, lewre ji mafên xwendin, kar û xizmeta tenduristiyê bê par e û got: “Qanûna serjimariyê ya sala 1962'yan kiryareke çewsîner û neqanûnî ye. Divê dewlet îro berpirsyariya exlaqî ya vê yekê rake û bêyî şeran nasnameyê bide Kurdên bê nasname hatine hiştin.”

Rojnamevan, çalakvana sivîl û endama Tora Qurbaniyên Bêwelatîbûnê ya Hesekê Evîn Yûsif got: "Pirsgirêka bingehîn ev e; hemwelatîbûn mafek e ku ji me hatiye standin. Em dixwazin vî mafê xwe bistînin. Bikaranîna têgeha 'vegerandina hemwelatîbûnê' ji 'dayîna hemwelatîbûnê’ rasttir e, ji ber ku qurbanî di esasê xwe de welatiyên sûriyeyî ne.”

Evîn Yûsif diyar kir ku bêparhiştina ji mafan, zêdetirî 64 salan dom kir û anî ziman ku divê ji bo tevahî kesên bê nasname hatine hiştin, yên li derveyî welatî dimînin jî di nav de, îslahên qanûnî werin çêkirin.

Endamê Komeleya Hevdestî ya Qurbaniyan Ebas Elî Mûsa jî pirsgirêka bêwelatîbûnê wek "birîneke pir kevn" bi nav kir û destnîşan kir ku nêzîkatiya rastîn a çareserkirina pirsgirêkê divê qanûnî be. Mûsa bang kir ku divê biryara 13'an di çarçoveyeke destûrî de were bicihkirin.

Rejîma Baasê di sala 1962'yan de serjimarî li parêzgeha Hesekê çêkir û zêdetirî 100 hezar Kurdên sûriyeyî ji nasnameyê bê par hiştin. Biryarên ku piştî vê yekê hatine dayîn jî ev pirsgirêk bi dawî nekir. Li gorî daneyan heya sala 2011'an hejmara kesên bê nasname 517 hezar derbas kir. Hîna zêdetirî 150 hezar Kurd bê nasname ne.

Di dawiya konferansê de, beşdaran diyar kir ku çareserkirina pirsgirêkên li Sûriyeyê hewce dike ku dewlet di hemû astan de tevahî pêkhate û neteweyan qebûl bike. Der barê Kurdan de hate gotin divê pirsgirêka Kurd were naskirin û wekî şaşiyeke dîrokî were binavkirin. Di heman demê de divê islahên qanûnî werin çêkirin û gavên şênber werin avêtin û bêyî derengmayîn, Kurd nasnameyê bi dest bixin û tawîz ji qurbaniyan re bêne dayîn.

(bb)