Li Şamê kesek di erebeya xwe de hat kuştin

Li ser rêya di navbera taxên Bab Toma û Diwêla yên Şamê de kesek di hundirê erebeya xwe de bi guleyê hat kuştin.

Li Şamê kesek di erebeya xwe de hat kuştin
8 tebax, 2025   15:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) daxuyand ku cenazeyê ciwanekî di hundirê erebeya xwe de kuştî hat dîtin. Cenaze li ser rêya di navbera Bab Toma û Diwêla ya Şamê de hat dîtin.

Li gorî SOHRˊê kesê hatiye kuştin ji bajarokê Ciba yê Quneytîrayê ye û berê leşkerî hêzên rejîmê bû. Lê di aliyê de ewlehiyê pirsgirêkên xwe çareser kiribûn.

Ev bûyer, di çarçoveya kiryarên tesfiyekirin û kuştinên bi awayekî rojane li xaka Sûriyeyê de li ser bingeha mezhebî yan jî girêdanbûnê pêk tên. Li hember van kiryaran hesabxwestin tune ye.

(fr)