Li Şamê bi boneya 8ˊê Adarê çalakiyek hat lidarxistin

Kongra Star a paytexta Sûriyeyê Şamê bi boneya Roja Jinan a Cîhanê çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de bi sedan şênî beşdar bûn.

Li Şamê bi boneya 8ˊê Adarê çalakiyek hat lidarxistin
Li Şamê bi boneya 8ˊê Adarê çalakiyek hat lidarxistin
Li Şamê bi boneya 8ˊê Adarê çalakiyek hat lidarxistin
Li Şamê bi boneya 8ˊê Adarê çalakiyek hat lidarxistin
Li Şamê bi boneya 8ˊê Adarê çalakiyek hat lidarxistin
Li Şamê bi boneya 8ˊê Adarê çalakiyek hat lidarxistin
Li Şamê bi boneya 8ˊê Adarê çalakiyek hat lidarxistin
Li Şamê bi boneya 8ˊê Adarê çalakiyek hat lidarxistin
8 adar, 2024   18:56
ŞAM

Bi dirûşma "Bi vîna jina azad em ê siyasetên qirkirin, dagirkerî û tecrîdê têk bibin" Kongra Star li paytexta Sûriyeyê Şamê çalakiyek bi boneya Roja Jinan a Cîhanê 8'ê Adarê, li dar xist.

Çalakî li qada Şehîdan a taxa Zorava li dar ket. Di çalakiyê de bi sedan şêniyên Kurd û Ereb ji seranserî Şamê û gundewarên wê beşdar bûn.

Di çalakiyê de berdevka Kongra Star a Şamê Newroz Xelîl, endama Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Xanim Îbrahîm û endama Yekitiya Jinên Ciwan Dua Bilbilî peyamên pîrozbahiyê xwendin.

Di peyaman de 8'ê Adarê li tevahî jinan hat pîrozkirin û hat destnîşankirin ku ev roj roja bilindkirina asta têkoşîna ji bo azadiya jinan e.

Di çalakiyê de Evîn Efrîn stran gotin û koma Şehîd Serhed dîlan gerand.

Çalakî bi gerandina govendê li ber stranên şoreşgerî bi dawî bû.

(mh)