Li rojavayê Derayê cenazeyek hate dîtin

Şêniyan li nêzî kargeheke konserveyê ya li rojavayê Derayê cenazeyê şêniyekî dît.

Li rojavayê Derayê cenazeyek hate dîtin
22 cotmeh, 2024   15:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku şêniyan li nêzî kargeha konserveyê ya li bakurê bajarokê Mizêrîb ê rojavayê Derayê, cenazeyê şêniyekî ji herêma Hewza Yarmûkê dîtiye û li ser cenaze şûnên guleyan hene.

Li herêmên di bin kontrola hêzên hikumeta Şamê de tevliheviya ewlehiyê serwer e û di encamê de rêjeya sûcan bilind bûye. Li gorî daneyên SOHR`ê, ji destpêka salê ve 271 sûcên kuştinê çêbûne.

(şx)